• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr hêviya cejneke bextewer dixwaze

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Serokwezîr hêviya cejneke bextewer dixwaze

dibêje hikûmet hewl bo awedan kirina cîhên wan dide.
Pîrozbayî li Êzidiyan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna çileya Havînê ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.

Serokwezîr di peyama xwe de hêviya cejneke têjî ji şadî û bextewerî bo Êzidiyan dixwaze û dibêje bi vê minsebetê dilniyayî didin xuşik û birayên Êzidî ku hikûmeta Kurdistanê tevahiya karînên xwe bo baştir xizmet kirina Êzidiyan bikar tîne.

Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye ku hikûmeta Kurdistanê kar li ser vegerandina awareyên Êzidî bo ser cîhên wan dike û hewl bo awedan kirina cîhên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta Îraqê û civaka cîhanî dide.

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr hêvî dike ev cejn û tevahiya cejnên Êzidiyan bixêr û xweşî bin.

Top