• Friday, 17 May 2024
logo

Îro 7mîn salvegera komkujiya Şingalê ye

Gulan Media August 3, 2021 Nûçe
Îro 7mîn salvegera komkujiya Şingalê ye

hîn jî çarenivîsa hin revandiyan nediyare.
Beriya 7 salan terorîstên DIŞIê êrîşî ser Şingal û derdorê kirin.

Di roja 3ê Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê bi awayeke hovane êrîşî ser Şingal û derdorê kirin û komkujiyeke gelek mezin derheqê Kurdên Êzidî pêk anîne.

Di komkujiya han de bi hezaran welatiyên Êzidî hatin şehîdkirin û bi hezaran welatiyên din jî hatin revandin û beşeke zêde ji Şingal û derdorê jî jiber wan êrîşan wêran bû.

Di komkujiya han de bi hezaran Êzidî jî bi teyabetî zarok û ciwanên Êzidî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatin neçarkirin daku ola xwe biguherin û ewin ku ev daxwaza terorîstan qebûl nekirin, hatin kuştin.

Genocide kirina Êzidiyan li seraserê cîhanê dengveda û tawaneke ewqas hovane bû ku her kes li hember vê tawana han matmayî mabû.

Di dema êrîşên terorîstan de, piraniya Êzidiyan berê xwe dan çiyayê Şingalê û cîhên din yên ewle yên ku di destê hêzên pêşmerge de bûn. Dezgehên xêrxwazî û yên medenî weke dezgeha xêrxwaziya Barzanî bilez dest bi tevgerên gehandina hevkariyan bo awareyan kirin.

Birîna Şingalê ewqas kûre ku vê bi sedan sal di hizira mirovatî de bimîne.

Piştî demek ji dagîr kirina Şingalê, hêzên Pêşmerge bi Serokatî û Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî Şingal û derdor ji DIŞIê rizgarkirin û hevdem hikûmeta herêma Kurdistanê jî tevahiya karînên xwe bo rizgar kirina revandiyên Êzidî bitevger kir.

Rixmî û hijmareke zêde ji revandiyên Êzidî hatin rizgarkirin lê hîn jî hijmareke din ji wan revandiyan çarenivîsa wan nediyare.

Top