• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel rayedarên partiyeke Îraqî civiya

Gulan Media August 1, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel rayedarên partiyeke Îraqî civiya

behsa rewşa penaberên Îraqî jî hate kirin.
Behsa hilbijartinên Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emîndarê giştî yê partiya Elome ya Îraqî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro şemî 31ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya partiya Elomeya Îraqî kir bi Serokatiya Emîndarê giştî yê partiya han Mehmûd Husên Elegîlî.

Di civînê de pêşhatên  dawî û pêşketinên li Îraqê û amadekariyên heyî yên bo hilbijartina parlementoya Îaqê hatin nirxandin.

Di civînê de me tekez li ser pêdiviya derfet xweşkirinê li berdem hilbijartineke azad û şefaf ku têde maf û xwestekên tevahiya pêkhateyan werin dabînkirin, kir.

Şanda bilind ya partiya Elomeya Îraqî, stayîşa helwestên herêma Kurdistanê yên bo mêwandarî kirin û hevkarî kirina bi sedan hezar awareyên parêzgehên din yên Îraqê ku bi aştî û aramî li herêma Kurdistanê de dijîn, kir.

Her di heman civînê de me giftûgo li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî li ser esasê destûrê kir.

Top