Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Birêz cenabê Patriyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî:
Bi xemgînî ve min xebera koça dawî ya Xatû Penna Danyal Slîwa xuşka cenabê te bihîst. Sersaxî li cenabê te û malbata we dikim. Xwedayê mezin giyanê wê bixe ber rehma xwe û aramiyê bide we hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê