• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê gihîşt Waşingtonê

Wezîrê Derve yê Iraqê gihîşt Waşingtonê

Şanda danûstankar a Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê wî welatî, Fuad Husên gihîşt Waşingtonê û dê dest bi gera çarem a diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê bikin. Di wê diyalogê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken jî serokatiya şanda Amerîka dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf roja Sêşemê 20ê Tîrmehê ragihand, “Wezîrê Derve yê Iraqê bo beşdarîkirina di gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê ku biryar e 23ê vê mehê bê sazkirin, gihîştiye Waşingtonê û biryar e li gel hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken serokatiya şandên welatên xwe di gotûbêjan de bikin.”

Ehmed Sehaf got, “Dê behsa çendîn dosyeyan di gera çarem a navbera Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka û Iraqê de bê kirin, di nav de jî dosyeyên ewlehî, serbazî, pêwendiyan, pevguhertina zanyariyan, perwerde, enerjî, avedankirin û çend warên din.”

Sehaf diyar kir, “Herdu wezîr amadekariya zemîneya civîna navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Amerîkayê Joe Biden dikin, ku biryar e 26ê vê mehê li Waşingtonê birêve biçe.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir, tevî wê yekê ku Iraq dê di civînên diyaloga stratejîk de behsa rahênana hêzên Iraqî û bilindkirina şiyanên serbazî yên Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve bike, di heman demê de pabend e bi biryarên desthilata yasadanînê ku behsa derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dike.

Ehmed Sehaf got, “Bê guman yek ji mijaran dê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê be.”

Di gera dawiyê ya diyaloga Iraq û Amerîkayê de, herdu aliyan li hev kirin komîteyeke teknîkî ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê bê pêkanîn, û tenê rahêner û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li Iraqê bimînin.

 

 

Rudaw

Top