• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê herêmê teqîna Bexdayê şermezar kir

Serokê herêmê teqîna Bexdayê şermezar kir

dibêje nexweşxaneyên Kurdistanê hatine amadekirin.
Dibêje nexweşxaneyên Kurdistanê amadene her cure hevkariyek pêşkêş bikin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê teqîna duhê ya li navçeya Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê peyamek weşand.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de teqîn bi tundî şermezar kiriye, ev kiriyara han bi kiriyareke terorîstî ya tirsinokane bilêv kiriye û hevxemî û hevsoziya xwe bo kesûkar û malbetên qurbaniyan diyar kiriye û sersaxî daye malbet û kesûkarên kesên ku canê xwe ji dest dane û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran xwestiye.

Serokê herêmê herwiha diyar kiriye ku hikûmet û nexweşxaneyên Kurdistanê bo pêşkêş kirine her cure hevkariyekê bi taybetî bo derman kirina birîndaran amadene.

Weke tê zanîn duhê bi şev li navçeya Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê teqîneke mezin çê bibû û di encam de 35 kes canê xwe ji dest dabûn û 60 kes jî birîndar bibûn.

Top