• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir

Serok  Barzanî  peyameke  pîrozbayî  pêşkêş kir

hêviya xêr û berketê bo tevahiya xelkê Kurdistanê dike.
Hêvî dike cejna Qurbanê xêr û bereketê li gel xwe bîne.

Bi minasebeta hatina cejna Qurbanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind yên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim.

Hêvîdarim ev minasebeta han ya pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo tevahiya xelkê Kurdistanê bi xwe re bîn û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me da bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê da.

Cejna we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da...

Mesûd Barzanî

19.07.2021

Top