• Sunday, 28 July 2024
logo

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso koça dawî kir

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso koça dawî kir
Helbestvanê Kurd ê Kurdistana rojava Mihemed Elî Hiso li Qamişlo piştî temenê 86 salan koça dawî kir.

Li gorî zaniyariyên BasNews , Îro 4 Adarê seet 9 Sibehê Helbestvanê Kurd ê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Helbestvan Mihemed Elî Hiso di sala 1930 li gundê Mozan ser bi Qamişlo ve jidayikbûye, di bin bandora helbestvanên Kurdê ên navdar wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar û Cizîrî Mihemed Elî Hiso di temenê 30 salî de helbesta kilasîk nivîsî û bû yek ji sitûnên helbest kilasîk li Rojavayê Kurdistanê. wisa derbarê dîwanên xwe de wek di malpera Bûyerpress de hatiye dibêje: “Dîwanê min ya yekem Nalîn bû di sala 1999 de çap bû, min 50 salî helbest nivîsî û dîwana xwe ya yekem di sala 1999 de çap kir, ew jî ji ber rewşa aborî bû. Derdê Ezîtiyê di sala 2001 de bû, ya sisyanZîlan bû, ya çara Berxwedan bû, û ya dawî li ber çapê ye bê nav e, ez û keça pakrewan Isa Hesso li ser kar dikin.

Dema ku ya yekem ji çapa Nalîn derket, birêz Ocelan piştî dîwana min xwend got çi berhemên Mihemed Eli hebin jê re çap bikin, lê min fikir dikir min ji xwe re digot ma Apo ji min û pirtûkê min re vala ye, lewre min çû ji bêrîka xwe li Dirbêsiyê çap kir.

Binyad wê demê berpirsê Şamê bû got ez erê didim, lê Serhed berpirsê Libnan û Sûrî ye, ez çûm Libnanê Serhed got ez erê dikimi, lê mixabin ê ku li Helebê bû derengî xistê û çap nekir.”

Hwerwiha gotiye: “Min ji Cegerxwîn re dixwend em dost û meriv bûn, Cizîrî, Xanî, Tîrêj, Bêbuhar, me tev da dinivîsand, dema ez û Tîrj çûn ligel Melle Fethullah me helbestên xwe jê re xwendin, gote min: Ya te ji ya Tîrêj xurtir e.

Melle Nûrî Hesarî 44 pirtûkên wî hene, tenê 4 ji wan çapkirî ne, Palo jî helbestên wî hebûn. Em hemû bi hev re bûn û me têkilî dikirin.”

Îro Helebestvan Mihemed Elî Hiso li goristana Hilêliyê li bajarê wî Qamişlo bi axê hat spartin.

Basnews
Top