• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîr li gel Patrîkê kilîseya Keldanî civiya

Serokwezîr li gel Patrîkê kilîseya Keldanî civiya

Patrîk stayîşa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de dike.
Behsa rewşa bihevre jiyanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patrîkê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 17ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Patrîkê Kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Kardînal Louis Sako kir û şanda pê re kir.

Di civînê de Patrîkê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê stayîşa ezmûna tebayî û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên li herêma Kurdistanê de kir ku mînakeke geş ya lêbûrîn û parastina mafên pêkhateyane li deverê de.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên olî û etnîkî li herêma Kurdistanê û Îraqê de kir û daxwaz kir ku welatiyên mesîhî jî yên derve vegerin cîhên xwe li Kurdistanê xizmet bikin û me dilniyayiya vê yekê jî da ku hikûmeta herêma Kurdistanê her cure asankariyeke pêwîst bo vegera wan dike û mafên wan diparêze.

Top