• Wednesday, 03 July 2024
logo

Piştî parlementoya Hollanda, parlementoya Belçîka jî komkujiya kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Piştî parlementoya Hollanda, parlementoya Belçîka jî komkujiya kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Parlamentoya Belçîkayê bi piraniya dengan komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir û ji hikûmeta welatê xwe daxwaz kir ku alîkariya vegera Kurdên Êzidî bo cih û warên wan bike.

Parlamentoya Belçîkayê îro pêncşemê ji bo pesendkirina projeyasaya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî civiya û bi piraniya dengên parlamenteran komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd hat qebûlkirin.

Herwiha parlamento ji hikûmeta Belçîkayê daxwaz dike; alîkariya Êzidiyan were kirin, da ku vegerin cih û warên xwe.

Parlamentoyê eşkere kir ku divê alîkariya wan kesan were kirin ku rûbirûyî tundiyê bûne û  dibêje: “Nabe ti tawanbarek rizgar bibe, bi taybetî li Iraq û Sûriyê.”

Herwiha parlamento daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike.

Parlamentoya Hollanda jî roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd dabû naskirin.

 

Basnews

Top