• Sunday, 28 July 2024
logo

Derhênerê Kurd xelata Ewropa red kir; Hûn durû ne!

Derhênerê Kurd xelata Ewropa red kir; Hûn durû ne!
Derhênerê belgefîlma “Kurdistan Kurdistan” Bulent Gunduz di Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Sînemagerên Cîhanî ya Londonê de bi xelatê “fîlma herî baş a biyanî” hat xelatkirin, lê wî ew xelat red kir.


Belgefîlma bi navê “Kurdistan Kurdistan” a derhênerê kurd Bulent Gunduz 27ê vê Sibatî di Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Sînemagerên Cîhanî ya Londonê de weke fîlma baştirîn a biyanî hat diyarkirin.

Derhênerê kurd Bulent Gunduz ji Rûdawê re diyar kir, welatên ewropî derbarê Kurdan de “sîyaseteke durû” dimeşine û ji ber wê yekê wî xelatê Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Sînemagerên Cîhanî ya Londonê red kiriye.

Bulent Gunduz wiha got: “Xelata heya niha me standine, me diyariyê zarokên penaber ên li ser rêya jiyana xwe ji dest dane û şehîdên hatine qetilkirin kiriye. Min ji bo kesên li hemberî vê trajediya Kurdan bêdeng dimînin, ew protesto kir û min got dê zêdetir bandore bike.”

Gunduz amaje kir ku beravajiyê Tirkiyê, li welatên din bandorek girîng a hunermendan li ser rêvebiran siyasî hene û got:

“Ev helwesta me diyar e bandore li ser siyaseta dewletan nake, lê li salonê ji çend dewletên cuda derhêner û hunermend hebûn. Di vê çarçoveyê de em wek hunermend em dikarin bandore bikêşin li ser vê yekê û lobiyê bikin. Heger derhêner û hunermendên li wê derê piştgirî dane me li welatên xwe balê bikêşinin ser vê yekê, ji bo me destkeftiyeke girîng e.”


Bulent Gunduz anî ziman, îro ji her tişt zêdetir pêwîstiya Kurdan bi lobiyê heye û wiha domand: “Di serî de jî lobiya hunerî tê. Ez hêvî dikim ev helwesta me bandoreke bike. Gel bertekên xwe yên erênî li hemberî me nîşandan.”

Derhênerê kurd destnîşan kir ku her çi qasî niha kurd rastî “tevkujiyên” herî mezin tê, lê bi ew qasî nêzîk azadiyê jî bûne û wiha pê de çû:

“Ez ditrusim heya ku hêzên siyasî yên li her perçeyên nebin yek em pêşnekevin. Heger em ji dest berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî berdin û tifaqiyek Neteweyî pêk bînin, emê bikaribin çarenîvisa xwe jî diyar bikin.”

Rudaw
Top