• Saturday, 29 June 2024
logo

Sedir beşdariyê di hilbijartinên bê ya Iraqê de nake

Sedir beşdariyê di hilbijartinên bê ya Iraqê de nake

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir hilbijartinên bê yên Parlemantoya Iraqê baykot kir.

Muqteda Sedir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber parastina tiştê ji welat meye û parastina welatiyan ji welatê ku gendelan şewitandiye, ew beşdariyê di hilbijartinên bê ya Iraqê de nake.

Muqteda Sedir wezîrên ser bi Tevgera Sedir ve jî ji kabîneya Hikûmeta Iraqê jî kişandin.

Muqteda Sedir di konferansê de got: “Ez xwe ji ber berpirsatiyê Nadim aliyekî, lê tiştê ku niha li Iraqê dibe, planeke şeytanî ya navdewletî ye ji bo stûxwarkirina Iraqiyan e.”

Herwiha got: “Nabe Iraq wek Sûriye û Efgansitanê bibe qurbaniya siyasetên navxweyî, herêmî û navdewletî.”

Sedir got jî: “Mixabin her tiştê xweşik li Iraqê nemaye û tenê wêrankirin maye. Iraq tijî dagirker û gendel e, hemû li ser berjewendiyên kesî li hev kirine ku hemû pere, hêz û çek dixwazin.”

Tevgera Sedir, tevgereke siyasî û olî ye û ser bi serkirdeyê Şîe Muqteda Sedir ve ye û di Hevpeymaniya Saîrûn de ye ku di hilbijartinên borî de 54 kursî di parlemantoya Iraqê de bi dest xistibûn.

Biryar e roja 10ê Cotmeha 2021an hilbijartinên Iraqê Encûmena Nûneran (Parlemanto) a Iraqê bên kirin, lê hin aliyên siyasî yên Iraqî dibêjin ku rewşa Iraqê ne aram e ji bo hilbijartinê.

Top