• Sunday, 28 July 2024
logo

Lor bo mûzîka xwe li benda sponser in

Gulan Media February 24, 2016 Hunerî
Lor bo mûzîka xwe li benda sponser in
Koma Mûzîkê ya Lor dixwazin li paytextê Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê konserteke mûzîkê lidarbixin û bo wê çendê li benda kes an jî aliyekê ne daku sponseriya wan bike.

Koma Mûzîkê ya Lor li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê konsertek mûzîkê ji hezkiriyên mûzîkê re lidarxist.

Ew koma mûzîkê radigihîne, ku ew dixwazin li paytexê Herêma Kurdistanê bajarê Helwêrê jî konsertekê lidar bixin, lê belê wan pêwîstî bi piştgîriya darayî heye û bo pêkanîna konsertê ew li benda sponser in.

Serpireştê Koma Mûzîkê ya Lor, Nizar Zêwî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî lidarxistina konserta Aştî û Pêkvejiyanê li bajarê Silêmanî, me daxwaz ji Rêveberiya Rewşenbîriya Hewlêrê û çend navendên hûnerî kir, daku em konsertekê li Hewlêrê jî pêşkêş bikin.”

Nizar Zêwî got: “Lê belê ji ber kirîza darayî ti aliyekê alîkariya me nekir, ji ber wê jî em li benda sponsorekê dikin daku em bikarin karên xwe pêşkêş bikin.”

Rudaw
Top