Serokwezîr li gel şandeke eniya aştî û azadî civiya
![Serokwezîr li gel şandeke eniya aştî û azadî civiya](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20210711094826_original_9.webp )
behsa rewşa Sûriyeyê kirin.
Şand bi Serokatiya Serokê eniyê Ehmed Cerba serdana Kurdistanê kiriye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke eniya aştî û azadî ya li Sûriyeyê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 10 Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Serokê eniya aştî û azadî Ehmed Elcerbakir.
Di civînê de me behsa pêşhat û guhertinên li Sûriye, deverê û hewlên civaka navnetewî yên bo çareser kirina pirsa Sûriye û têkiliyên navbera hêzên siyasî yên Kurdistana Sûriye û opozîsyona Sûriyeyê kir.
Me tekez li ser çareser kirina kêşeyên Sûriyeyê bi awayeke dadmend ku têde berejwendiyên pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê têde be kir.