• Sunday, 28 July 2024
logo

Berlîn: Fîlimê 8 zarokên Şingal û Kobanê hat pîşandan

Gulan Media February 18, 2016 Hunerî
Berlîn: Fîlimê 8 zarokên Şingal û Kobanê hat pîşandan

Di çarçoveya yekemîn roja 66emîn Xula Festivala Navdewletî a Fîliman li Berlînê de, fîlimê ku ji derhênana zarokên Koban û Şingalê ye hat pîşandan.

Lê her heşt derhênerên dekumêntariyê “Jiyana Li Ser Sînor” ên Kurd, ji ber nebûna paseportan nikarin ligel berhema xwe beşdarî festivaleke navdewletî bibin.

Dekumênteriyê “Jiyana Li Ser Sînor” ji derhênana 8 zarokên Kobana Rojavayê Kurdistanê û Şingala Başûrê Kurdistanê ye. Ji aliyê derhênerê Kurd ê navdar, Behmen Qubadî ve jî hatiye berhemanîn.

Rêveberiya festivalê ew derhênerên Kurd vexwendine, lê ji be nebûna paseportan, her 8 zarokên Kurdin nikarîn ligel berhema xwe li Berlînê amade bibin.

Çîroka dekumênteriyê “Jiyana Li Ser Sînor” li ser jiyana zarokên Kobanê û Şingalê ye, ku 8 zarokan li gor nêrîn û hizra xwe behsa dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser her du navçeyên Kurdistanê û çûna wan bo nav kampan dikin.

Her heşt beşên “Jiyana Li Ser Sînor” bi van navan in: Evîndarê Şingalê, Ger Li Pey Rastiyê, Nan û Mast, Fîlimê Me Baştir e, Çavên Bavê Min, Esman û Derman, Di Pêla Niştîman De û Dera Li Zaozanan.

K24
Top