• Saturday, 29 June 2024
logo

Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê: Bila xelk piştrast be saxtekarî nayê kirin

Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê: Bila xelk piştrast be saxtekarî nayê kirin

Berpirsekî komîsyona hilbijartinan ya Iraqê dibêje, bila xelk piştrast bin di hilbijartinan de fêl û saxtekarî nayê kirin.

Endamê encumena komîsyona hilbijartinan ya Iraqê, Qazî Elî Reşîd ji rojnamevanan re ragihand, bila kandî û xelk piştrast bin ku di hilbijartinên îsal yên Iraqê de ti saxtekariyek nayê kirin.

Qazî Elî Reşîd her wiha got, komîsyon dê bi hûrî çavdêriya hilbijartinan bike û pêşiya her cure saxtekariyê bigire.

Bi fermana hikûmeta Iraqê, hilbijartinên giştî yên Iraqê dê roja 10 Cotmeha îsal bê kirin.

 

 

Basnews

Top