• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel Balyozê Hindistanê civiya

Serokwezîr li gel Balyozê Hindistanê civiya

Hindistan têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir dike.
Balyozê Hindistanê xatira xwe ji rayedarên Kurdistanê xwest.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Roja çarşem 7ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Balyozê Hindistanê yê li Îraqê Shri Birender Singh Yadav kir ku, bo xatir xwestinê serdana herêma Kurdistanê kiribû.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, me spasiya balyozê Hindistanê kir jiber erk û hewlên wî yên bo pere pêdana têkiliyên Hindistanê li gel Îraq û herêma Kurdistanê.
Herwiha hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Hindistanê Shri Birender Singh Yadav jî rixmî diyar kirina rêzdariya xwe jiber hevkarî û karasaniyên ku ji aliyê dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, amadebûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan di her warî de li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir.

Top