• Sunday, 19 May 2024
logo

Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Qamişlo destpê dike

Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Qamişlo destpê dike

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (YNKS), Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê saz dike.

Li gor vexwendina ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ragihandiye û kopiyek jê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, ew Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê saz dikin.

Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo, ku li jêr diruşma (Çîrok bang e.. Xwenasîn û vedeng e), îro Pêncşemê demjimêr 1ê Tîrmeha 2021 destpê dike û bo dema 5 rojan wate heta 5 Tîrmeha 2021an berdewam dike.

Nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê û herwiha nivîskarên Kurd ên li diyasporayê û bi tyabet Ewropayê berhemên xwe bo Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo şandine.

Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo li Hola Zana ya li ser rêya Qamişlo-Heseke tê lidarxistin.

Li gor bernameya hatî ragihandin, festîvalê êvara îro di demjimêr 18:00 de bi fermî destpê dike.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran ve hatine belavkirin, derdora 32 çîroknivîs di wê festîvalê de beşdar dibin.

 

Rudaw

Top