• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyoza Avustiraliyayê civiya

Serok Barzanî li gel balyoza Avustiraliyayê civiya

behsa sedemên serhildana terorê kirin.
Behsa rewşa giştî ya deverê kirin.
Duh Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê ya li Bexdayê Paula Ganly kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê, gef û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û rêyên gehêştin bi aramiya siyasî û ewlekarî li Îraqê hate kirin.
Di civînê de Serok Barzanî spasiya Avustiraliyayê kir û di çarçoveya hevpeymanan de hevkariya Îraqê kiriye daku qirîzan derbas bike û şerê dijî DIŞIê bike.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser metirsiyên dubare serhildana terorê hate kirin û tekez li ser ji nav birina fakterên ku bûne sedema serhildan û bihêz bûna terorê hate kirin û hewlên pir alî yên navnetewî bo nehêştina DIŞIê bi girîng û pêwîst hatin zanîn.
Hilbijartinên Îraqê jî mijareke din ya civînê bûn û her du alî hêviya vê yekê xwestin ku hilbijartin bibe sedema dabîn kirina aramiyê li Îraqê de.

Top