• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel Parêzgarê banka navendî ya Îraqê civiya

Serokwezîr li gel Parêzgarê banka navendî ya Îraqê civiya

behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.
Behsa hevkarî û hemahengiya navbera herêm û hikûmeta fedralî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Parêzgarê banka navendî ya Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh şemî 19ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Parêzgarê banka navendî ya Îraqê Mistefa Xalib Moxîf kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengî û hevkariya navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî kir di warê rêkxistina kirina kertê bankî û pêşî girtin ji spî kirina pere û xirab bikar anîna pere bo karûbarên derqanûnî û piştîvanî kirina terorê.

Parêzgarê banka navendî ya Îraqê tekez li ser vê yekê kir ku bankaya navendî li gel liqê bankaya navendî ya li herêma Kurdistanê yaku li Hewlêre tevdigere weke aliyê fermî û têkildar û taybet bi organîzekirina karûbarên bankî li herêma Kurdistanê de.

Di beşeke din ya civînê de rixmî ku me amadebûna xwe bo her cure hevkarî û hemahengiyek li gel bakna navendî ya Îraqê diyar kir, tekez jî li ser vê yekê kir ku rêkxistina sîstema bankî dikare bibe bingeheke girîng û bihêz bo pêşde birina jêrxana abûrî û pere pêdana prosesa hêlbirîn û bidest anîna baweriya bank û dezgehên darayî yên navnetewî.

Top