• Saturday, 29 June 2024
logo

Ji ber nebûna belgeyên pêwîst Iraqê zawayê Sedam Husên azad kir

Ji ber nebûna belgeyên pêwîst Iraqê zawayê Sedam Husên azad kir

Wezareta dad a hikûmeta Iraqê ji ber nebûna belgeyên pêwîst zawayê serokê rejîma hilweşyayî ya Beis Sedam Husên azad kir.

Li gor nivîsekî fermangeha çaksazî ya wezareta dadê, dadgeha navendî ya tewanên Iraqê biryara azad kirina Cemal Mistefa Ebdula yê wek Tîkrîtî tê nasîn da.

Cemal Mistefa yê dayîkbûyê sala 1955 e û hevjînê Hela ya keça Sedam Husên e û di dema rejîma Beis de cîgirê berpirsê karûbarên eşîretan bû.

Di heman daxuyaniya nivîskî de tê gotin, dadgehê ji ber nebûna belgeyên pêwîst bo tometbar kirina Cemal Mistef, biryara biryara azad kirina hevjînê keça Sedam Husên daye.

Cemal Mistefa di lîsteya Amerîkayê de bû û 11 roj piştî hilweşandina rejîma Beis jî hatibû girtin.

Top