• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê serdana balyozxaneya Îraqê kir

Serokê herêma Kurdistanê serdana balyozxaneya Îraqê kir

duhê serdana Îmaratê kiribû.
Li Ebû Zebî li gel balyozê Îraqê yê li Îmaratê civiya.

Îro şemî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Îmaratê de, serdana balyozxaneya Iraqê li Ebu Zebî kir.

Di hevdîtinê de li gel balyoz Muzefer El Cibûrî û karmendên balyozxaneyê, peywendiyên Iraq û Îmarat û rewş û karûbarên revenda Iraqî li Îmarat giftûgo kir û tekez li ser girîngiya pêşxistina warên hevbeşî û alîkariya di navbera her du welatan kirin.

 Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û hewlên wan ya bi navê zêdetir pêşxistina peywendiyan destxweşiyê li birêz Balyoz û karmendên balyozxaneyê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Iraqê û karmendên balyoxaneyê, xweşhaliya xwe bi serdan û bi serkirina Serok Nêçîrvan Barzanî ya balyozxaneyê derbirîn.

Top