• Sunday, 28 July 2024
logo

Şanoya kurdî li Amedê kom bû

Gulan Media November 26, 2015 Hunerî
Şanoya kurdî li Amedê kom bû

Sêyemin Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di navbera 15 û 22’ê Mijdarê de ji aliyê Şanoya Bajêr a girêdayê Şaredariya Parêzgeha Amedê ve bi diruşma ‘Em şanoya civaka demokratîk bi hev re ava bikin’ encam da. Mihrîcana ku bi lîstika bi navê ‘Sipîmend’ destpêkir, bi gellek çalakiyên din ên hunerî dom kir. Di mîhrîcanê de 17 lîstik hatin pêşandan û 5 semîner hatin dayîn. Ji Başûr, bajarên Duhok, Kerkûk û Silêmanî, ji bajarên Rojhilat Kermanşah û Îlam’ê û her wiha ji gelek bajarên Bakurê Kurdîstanê û Tirkiyeyê gellek komên şanoyê beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de li gel çend lîstikên şanoya zarokan 17 listikên ku bi zimanê kurdî, tirkî û farisî hatibûn amadekirin, hatin pêşandan. Her wiha di mîhrîcanê de gellek panêl û semînerên li ser geşedana şanoya kurdî jî hatin lidarxistin û di van çalakiyan de şanoya kurd hate niqaşkirin.

Gelê kurd di şer de jî hunera xwe pêk anî
Gerînendeyê Beşa Şanoyê ya Şaredariya Parêzgeha Amedê Fuat Özdemir di derbarê mihrîcanê û eleqeya wê de nirxandinên xwe ji bo BasNuçe’yê vegot. Özdemir anî ziman ku ji bo şêweyên her çar perçeyên Kurdîstanê bidin ber çavên temaşevanan, wan ji çar perçeyên Kurdîstanê komên şanoyan vexwendine mihrîcanê. Özdemir got: “Li gel Başûr û Rojhilat me ji Rojava jî dû kom wexwendin. Yek ji Cizîrê yek jî ji Efrînê. Lê Walîtiya Amedê destûr neda ku ev kom bên û tevlî mihricanê bibin.” Özdemir destnîşan kir ku li gel şer û pevçûnan jî gelê kurd hunera xwe pêk aniye û domand: “Di vê mîhrîcanê de me xwest peyama ku ‘Gelê kurd di şer de jî dikare hunera xwe pêk bîne’ bide û em bi serketin. Bi vê mîhrîcanê têkiliyên me bi komên din ên perçeyên Kurdistanê re xurt bûn, hin projyen ku wan pêşniyaz kirine hene, lê hê ne diyar in ku em ê wan çawa pêk bînin.” Özdemir amaje bi hunerên kuçeyan jî kir û anî ziman ku huner ji kuçeyan pêk tê û ger ku huner ji kuçeyan qut bibe, tu bandoreke wê namine. Özdemir got: “Dema ku mijar gel be û jiyana gel a rojane ya Kurdistanê be, temaşevan lê xwedi derdikevin. Ev mîhrican û lihevcivîna şanogerên çar perçeyên Kurdîstanê bandoreke erenî û mezin li ser şano û şanogerêya kurd kir.”


“Em ê bi hunera xwe tûndiyê nerm bikin”
Listikvan û Derhinerê Şanoya Şaredariya Parêzgeha Amedê Emin Yalçınkaya jî mihrîcanê nirxand û anî ziman ku mîhrîcanê ne tenê li ser Lîstikên wan, her wiha li ser ew kes û komên din yên beşdarvanan jî bandoreke erenî pêkanîye. Yalçınkaya amaje kir ku berhemên îsal ku hatine pêşandan kurdewarbûne, bi xwe re dan û standinên baş derxistine holê û vê yekê hêzeke baş daye şanoya kurd. Yalçınkaya axaftina xwe wiha domand: “Her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyek zor û zehmet de ye, siyaset hinek caran gelek tûnd dibe. Lê belê divê em hunermend bi hunera xwe vê tundiyê nerm bikin. Divê em birînên xwe bi hunerê derman bikin.” Yalçınkaya ragihan ku êdî di navbera kurdan de sinor bê wate ne, berê wek şanogerekî wan nezanibûye li perçeyen din ên Kurdistanê çi geşedan hebûne, perçekirina Kurdistanê di mejiyan de jî dîwarên stûr daye avakirin, lê bi van çalakiyên hunerî êdî ew dizanin ku li her çar perçeyên Kurdîstanê çi dibin. Yalçınkaya got: “Şanogerên kurd berê nizanibûn li Bakurê Kurdistanê, û perçeyên din ên Kurdistanê çi heye çi tune ye. Me jî nizanibû. Bi mîhrican û çalakiyên hunerî em hev baştir dinasin, pêwendiyên me geş û xurt dibin û diwarên di mêjiyên me de dirûxin.”

Bi mîhrîcanê lîstikvanên kurd hevdû naskirin
Nivîskar û Derhêner Qutbedîn Sadiqî jî ji BasNûçe’yê axivî û nirxandinên xwe anî ziman. Sadiqî, mihrîcanê ji bo şanoyên çar perçeyên Kurdîstanê jî grîng nirxand û got: “Ji bo geşkirina pêwendiyên perçeyan mihrîcanên wiha pir sûdwer in. Bi vê rêbazê lîstikvanên kurd hev dinasin û di ji bo siberojê dikarin bernameyên hevpar jî biafirînin. Şanoya kurd hê jî neketiye pêvajoya hilberîneriya xwe û li gor min êdî ew pêvajo hatiye.” Sadiqî balê kişand ser kêmbûna eleqedariya şanoyê û dom kir: “Pirsgirêka herî mezin ew e ku eleqeya şanoyê di nav kurdan de kêm e. Li amedê nêzîkî 2 milyon kes dijîn; lê belê tenê 2 salonên şanoyê heye. Çanda şanogeriyê kêm e. Ji ber ku wek paytexta Kurdistanê tê dîtin divê li Amedê 10 salonên şanoyê hebûna. Divê Amed bibe navenda bîr û baweriyan û çand û hunerê û ji bo vê yekê li Amedê gelek derfet hene.”

Huner bi her awayê êdî sînoran hildiweşîne
Lîstîkvanê Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta Hêvî ya Dîcle-Firat’ê Aram Taştekin got ew gelek kêxweşe ku ji her çar perçeyên Kurdîstanê bi hemû devok û şêwezarên kurdî şano hatine pêşwazîkirin. Taştekin wiha got: “Kurdîstanê kirine çar perçe, lê bi hunerê sînorên van perçeyan têk çûne. Huner, êdî sînoran hildiweşîne. Têkiliya di navbera her çar perçeyên Kurdîstanê de hin diçê xurtir dibe. Ev jî bi estetîka hunerê çêdibe. Ji bo siberojê hêviyek xweş dide mirov. Bi mîhrîcanê em kesên ku bi şanogeran re têne cem hev û şêwe û şiyanên hev parve dikin. Ev yek bandorek erînî pêk tîne. Li gor salên borî cudahiyek heye. Wek nimûne: Ev yekem car e ku min bi devoka Kelhorî lîstikek temaşe kir.”

Pêşangeha Sadiyan xurdeyan zindî dike
Peykersazê Rojhilatî Seywan Sadiyan ku li Amedê bi cih bûye û bi berhemên xwe yên ku hunerên rojane û kevnar di sûret û teşeyên mekanîk de li hev digoncivîne bi hevkariya Weqfa İsmail Beşikçi 3. pêşangeha xwe li dar xist. Pêşangeha ku ji ber li eywanên Şaredariyê ji xwe re cih nedît, li Kuça Hunerê di dukaneke vala de hate pêşandan. Di derbarê berhemên xwe yên ku ji xurdeyên hesinî sûret û teşeyên kevnar û rojane û siberojê afirandiye de Sadiyan da zanîn ku piştî pêşangeha li Navenda Çanda Cegerxwîn a Amedê û ya li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, wî hemû berhemên xwe di vê pêşangehê de pêşan daye û gellek ji berhemên vê pêşangehê berhemên nû ne. Sadiyan anî ziman ku peykersazî li mezopotamyayê yek ji hunerên herî kevnar e, her çiqas piştî belavbûna ola Îslamê ev huner paşde ketibe jî vê yekê grîngiya peyker têk nebirî ye. Sadiyan ji hesinên xurde afirandina berhemekê wek şêweyeke nû nirxand û got: Huner wek alfabeyê ye. Kîjan hunermend bi wê alfabeyê peyveke nû biafirîne ew şêweya xwe jî diyar dike. Min jî ji xurdeyan şêweyeke nû afirand û ev şêwe ji alî gellek hunerhezan ve tê hezkirin.” Sadiyan ji ber baldariya hunerhezan jî kêfxweşiya xwe anî ziman vê yekê wek şanaziya hunera xwe nîşan da.

Basnews
Top