• Monday, 29 April 2024
logo

Li girtîgeheke Efrînê welatiyekî canê xwe jidest da

Li girtîgeheke Efrînê welatiyekî canê xwe jidest da

Li girtîgeheke çekdaran li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê welatiyekî canê xwe ji dest da.

Zanyariyên xwecihî ku ji Efrînê hatin bidestxistin diyar dikin ku welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto, li girtîgeheke çekdarên ser bi Tirkiyê, canê xwe jidest da.

Li gorî zanyariyan, ew welatiyê 49 salî, ji xelkê gundê “Beiye” yê ser bi nahiyeya Şêrawa ye, li Herêma Efrînê, ji aliyê çekdarên grûpa bi navê “Feyleq Elşam” hatibû revandin.

Hat zanîn ku li beramber berdana wî malbata Mihemed Hisên Misto hezar dolar dabû, lê çekdaran ew berneda.

Li girtîgeha gundê Îska li Şêrawa, 15ê Nîsana 2021ê hate revandin, tûşî îşkenceyê bû, û hate veguhastin bo Nexweşxaneya Efrînê, lê 4ê Hezîranê canê xwe jidest da, lê malbata wî 1 milyon lîreyên Sûrî da ji bo cenazeyê wî werbigire.

 

Rudaw

Top