• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokwezîr li gel wezîrê werzişê yê Îraqê civiya

Serokwezîr li gel wezîrê werzişê yê Îraqê civiya

behsa hemahengiya dezgehên têkildar hate kirin.
 

Behsa rewşa werzişê li Kurdistan û Îraqê de hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê werziş û karûbarên ciwanan ya Îraqê Ednan Dercal kir.

Di civînê de ku Serokê Olempiyada Îraqê Red Hemûdî jî têde beşdar bû, giftûgo li ser rewşa werziş û ciwanan û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser girîngî dan bi hevkarî û hemahengiya navbera dezgehên têkildar yên herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî de bo karûbar û çalakiyên werzişî bi liber çav girtina taybetmendinên herêma Kurdistanê hate kirin.

Top