• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke tevgera Sedir civiya

Serokwezîr li gel şandeke tevgera Sedir civiya

dibêje lazime kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Behsa çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke tevgera Sedir kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro sêşem 1ê Hezîrana 2021an me pêşwaziyaşandeke bilind ya tevgera Sedir bi Serokatiya Serokê karûbarên siyasî ya tevgera Sedir Dr, Nisar Elrobeyî kir.

Di civînê de me nîqaş li ser rewşa Îraqê, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî kir bi taybetî hilbijartinên pêş yên parlementoya Îraqê û pêdiviya derfet xweşkirin li berdem hilbijartineke pak û şefaf ku maf û xwestekên tevahiya pêkhateyan dabîn bike.

Di beşeke din ya civîna han de me giftûgo li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera hikûmeta fedralî û hikûmeta herêma Kurdistanê li ser esasê destûr û rêz girtin ji pirensîbên hevsengî, beşdariya rastîn di birêvebirinê û biryar danê de di çarçoveya Îraqeke fedral û demokratîk de kir.

Top