• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê herêmê li gel şanda tevgera Sedir civiya

Serokê herêmê li gel şanda tevgera Sedir civiya

behsa prosesa siyasiya Îraqê kirin.
Daxwaz dikin tevahiya aliyan bihevre kar bikin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke tevgera Sedir bi Serokatiya Serokê karûbarên siyasî ya vê tevgerê Nisar Elrobeyî kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser prosesa siyasiya Îraq, hilbijartinên pêş yên Îraqê û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, giftûgo li ser nexşeya siyasî ya pêş ya Îraqê jî kirin.

Her di heman civînê de her du alî li ser vê yekê ku Îraq piştî 18 salan derbasbî nava qonaxeke nû bûye û rewşeke nû hatiye holê hemfikir bûn û diyar kirin ku, lazime xwestek û bendevariyên xelkê Îraqê bo pêşerojê liber çav werin girtin û tevahiya aliyan bo pêşerojeke baş fêde ji ezmûna derasbûyî werbigirin û bo vê yekê jî lazime tevahiya alî û pêkhateyan bigehêjin lihev kirineke giştî ya hevbeş bo bihêztir kirina hevbeşiyên di navbera aliyan û pêkhateyan de, dabîn kirina aramî, jiyaneke xweş û bihevre kar kirinê.

Di dawiya civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe bo Hewlêrê diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bi hevbeşî û karên hevbeş di navbera pêkhate û aliyan de hewl bo baştir kirina rewşa Îraqê were dayîn.

 

Top