• Saturday, 29 June 2024
logo

Hikûmeta Iraqê: Êdî Bexda ne cîhekî guncawe ji bo jiyanê

Hikûmeta Iraqê: Êdî Bexda ne cîhekî guncawe ji bo jiyanê

Wezareta kiştûkal a hikûmeta Iraqê ragehand, bajarê Bexda ya paytexta Iraqê êdî ji bo jiyanê ne guncaw e.

Îro 31.05.2021ê Berdevkê wezareta kiiştûkal a Iraqê Hemîd Nayif ji çapemeniya Iraqê re ragehand: ‘’Sedî 20 heta 30 ji navçeyên şînkayiyên Bexdayê ber bi çolbûnê ve diçin.’’

Hemîd Nayif ragehand: ‘’Şînkayîkirin û çêkirina kemerekî kesk ango kemerekî şînkayiyê pêwîstiya wê bi pareyekî zêde, plan û bernameyekî stratejik a niştimanî heye.’’

Berdevkê wezareta kiştûkalê Iraqê dibêje Bexda bi taybet pêşiya Resafe ya wî bajarî, êdî guncaw nîne ji bo jiyanê, ji ber rêjeya şînkayiyê têde pir kêmbûye.

Hemîd Nayif sedemê çolbûna Bexdayê û bajarên din ên Iraqê jî, bi taybet bajarên rojavayê wî welatî bi kêmbûna av û kêmbûna barîna baranê û bilindbûna pileya germê ve girêda.

 

Basnews

Top