• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel wezîrê çandiniyê yê Îraqê civiya

Serokwezîr li gel wezîrê çandiniyê yê Îraqê civiya

wezîrê çandiniyê îro serdana Hewlêrê kiribû.
 

Îro serdana Hewlêrê kiri bû.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê çandiniyê yê Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro  yekşem 30 Gulana 2021an me pêşwaziya wezîrê çandiniyê yê hikûmeta fedralî Mihemed Kerîm Xefacî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera wezareta çandiniyê ya hikûmeta fedralî û wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî vekirina bazarên herêma Kurdistanê, naverast û başûrê Îraqê bo berhemên çandiniyê yên hev û du.

Herwiha mijara wergirtina genima Cotkarên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta fedralî ve ku salane tê diyarîkirin û pêdana dîplomeya zanistî bi berhemên çandiniyê yên li herêma Kurdistanê de hatin nirxandin.

Top