• Wednesday, 03 July 2024
logo

Îro Plasschaert û nûnerên 8 welatên Ewrupa diçin Kerkûkê

Îro Plasschaert û nûnerên 8 welatên Ewrupa diçin Kerkûkê

Îro şandeyekî Netewên Yekbûyî (NY) bi serokatiya nûnera sekreterê giştî yê NYê li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert de diçin Kerkûkê û berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûkê jî dibêje îdareya sepandî ya Kerkûkê hejmarek kesên xwe dê birjînin ser cadeyan.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 30.05.2021ê şandeya bilind a NYê bi serokatiya nûnera sekreterê giştî yê NYê li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û herwaha nûnerên 8 welatên din ên Ewrupayê ve ji bo guftûgo û pêdeçên derbarê pirsgirêkên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî de û kar kirin bi biryara NYê ve di derbarê biryarên encûmena asayîşê de ji bo çareseriya pirsgirêkên li navçeyên Kurdistanî diçin Kerkûkê.’’

Berdevkê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Ednan Kerkûkî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew şande di çarçoveya biryara vê dawiyê ya encûmena asayîşê ya ji bo çareser kirina pirsgirêkên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê serdana Kerkûkê dikin.’’

Herwaha got: ‘’Eger şande li gel îdareya sepandî ya Kerkûkê bicive, ti encameke xwe nabe, jiber ew îdare li gel wê rewşê ye û rê nade pirsgirêk çareser bibin, ji ber piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017 ew rewş di berjewendiyê wan de ye.’’

Ednan Kerkûkî got: ‘’Îro îdareya sepandî ya Kerkûkê hejmarekî xelkê jî dê li pêş cîhê civînê kom bike, ku li ser fermana parêzgerê sepandî Rakan Cibûrî peyvendî li gel kesûkarên DAIŞê pêkhatiye ku biçin pêş şandeya NYê li Kerkûkê û daxwaza azadiya kurên xwe bikin û ji erebên hawirde re jî gotiye hûn jî xwepêşandan bikin û daxwaza zeviyan li kurdan bikin.’’

 

basnews

Top