• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Fransî civiya

Serokwezîr li gel şandeke Fransî civiya

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
 

Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Fransî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 25ê Gulana 2021an me pêşwaziya şandeke Fransî ya Franseyê kir ku ji Seroka komîsyona berevaniya nîştimanî û leşkerî ya parlementoya Franseyê Francuaz Doma, du parlementer bi navên  Philip Maier û Guendall Roielard, balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bruno Aubert û Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olive Decodine pêk hatibû.

Di civînê de behsa guhertinên dawî û pêşhatên Îraq û deverê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Franseyê hate kirin.

Şanda Fransî tekez li ser girîngiya bihêztir kirina dostatî û têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Franseyê de kir û stayîşa hewlên reforman yên hikûmeta Kurdistanê û Serokê hikûmetê kir û balkêşande ser vê yekê ku xwestekeke bihêz bo reforman di nava hikûmeta herêma Kurdistanê de dibînin jiber vê çendê bi her awayî berdewam dibin li ser piştîvanî kirina hikûmeta herêmê.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya berdewamiya piştîvaniyên Franse û gelê Franseyê kir ku hertim di qonaxên cuda cuda û dijwar de piştîvaniya gelê Kurdistanê kirine bi taybetî hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê. Me herwiha amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo zêdetir pêşde birina têkiliyên li gel Franseyê di her warekê de diyar kir.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, girîngiya hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê, cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û rewşa kempên penaberan yên li herêma Kurdistanê û girîngiya dabîn kirina vaksîna dijî Koronayê bo wan çend mijarên din yên civînê bûn.

Top