• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî Di bîranîna 45 saliya şoreşa Gulanê de peyamek pêşkêş kir

Nêçîrvan Barzanî Di bîranîna 45 saliya şoreşa Gulanê de peyamek pêşkêş kir

dibêje bila bibe sedema bihêztir kirina çanda hev û du qebûl kirin.
 

Di bîranîna 45 saliya şoreşa Gulanê de peyamek pêşkêş kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 45 saliya şoreşa Îlonê de peyamek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de nivîsandiye; Îro bi rêzdarî ve 45 saliya destpê kirina şoreşa Gulanê bibîr tînin, şoreşa Gulanê domkerê şoreşa mezin ya Îlonê ya bi Rêberatiya nemir Mele Mistefa Barzanî bû, di nava rastiya dîrokê de derketiye û bersifderê hêvî û xweziyên gelê Kurdistanê bû.

Barzanî nivîsandiye: Şoreşa Gulanê şoreşa rabûn, rûbirû bûn, azadî, pir dengî û pir rengiya tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê bû ku encama vê jî ava kirina eniyeke mezin ya bi navê eniya Kurdistanî û serxistina raperîna mezin ya sala 1991an bû.

Barzanî herwiha nivîsandiye ku bila bîranîna şoreşê bibe handerê me bo hevû du qebûlkirin û yekdengiyê.

Top