• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Îmaratî civiya

Serokwezîr li gel şandeke Îmaratî civiya

Kurdistan û Îmarat têkiliyên xwe bihêztir dikin.
 

Şanda Îmaratî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê heyva sor ya Îmaratê serdana Hewlêrê kiriye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îmaratî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 25ê Gulana 2021an me pêşwaziya Emîndarê giştî yê desteya heyva sor ya Îmratê Mihemed Elfelahî û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Elzahêrî jî têde beşdar bû, şanda mêwan rixmî gehandina silav û rêzên Cîhnişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Ziyad alnehiyan, balkêşande ser girîngiya pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îmaratê di tevahiya waran de û tekez li ser vê yekê kir ku Îmarat berdewam dibe li ser hevkarî kirina aware û penaberên ku li herêma Kurdistanê nîştecîhne, bi taybetî bo dabîn kirina vaksîna Koronayê bo kempên penaberan.

Şanda Îmaratî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember hebûna hemahengiya li gel dezgeha xêrxwaziya Barzanî diyar kir ku berdewamin li ser cîhbicîh kirina çend bername û projeyên xêrxwazî yên hevbeş.

Di berdewamiya civînê de me jî rêzdariya xwe bo hevkariyên dewleta Îmaratê bi taybetî yên heyva sor ya Îmaratî diyar kir û xwesteke hikûmeta herêma Kurdistanê jî ya ji bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyan li gel Îmaratê diyar kir.

 

Top