• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokwezîr gerînendetiya civîneke taybet bi bernivîsa proje bûdceyê kir

Serokwezîr gerînendetiya civîneke taybet bi bernivîsa proje bûdceyê kir

Serokwezîr Serokatiya civînê kiriye.
 

Duh komîteya amade kirina bernivîsa bûdceyê civiya.

Duh komîteya amadekirina proje bûdceya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh duşem 24 Gulana 2021an me gerînendetiya civînek kir ku taybet bû bi bernivîsa proje bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û hijmarek wezîrên têkildar têde amadebûn me giftûgo derbarê bernivîsa proje bûdceya herêma Kurdistanê û datayên dawî yên taybet bi xercî û dahatên herêmê kir û egerên cuda yên bo dariştina bûdceyê nîqaş kirin.

Di civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku lazime proje bûdce rengdana şefaf ya rewşa abûriya herêmê be. Di vê çarçoveyê de wezaretên têkildar hatin pîwerdarkirin daku nêrîn û ramanên xwe yên dawî derbarê bernivîsê de amade bikin bo ku di demek nêz de civata wezîran projeya han bipejrîne û pişt re jî bişîne bo parlementoya Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî ya bo sala 2021an kir ku heta niha şayîsteyên darayî yên herêmê li gor qanûnê ne hatine xerckirin, rixmî ku herêm pêbendiyên xwe cîhbicîh kirine, her bo vê mebestê me wezîrên têkildar pîwerdar kirin daku li gel hevpîşeyên xwe yên di nava hikûmeta fedralî de di nava têkiliyên berdewam de bin bo vê mijarê.

Biryare hefteya pêş şanda herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike bo wenêrîn kirin bo cîhbicîh kirina bûdceya fedralî.

Top