• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr li gel nunera NY li Îraqê civiya

Serokwezîr li gel nunera NY li Îraqê civiya

behsa rola NY bo çareser kirina kêşeyan kir.
Behsa rewşa Îraqê kirin.

Roja pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Roja pêncşem 20 Gulana 2021an me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekrterê giştî yê Netewên Yekgitî li Îraqê Jeanine Antoinette Plasschaert kir.

Di civînê de me behsa rewşa Îraqê bi giştî û têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî kir û tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê kir.

Her di heman civînê de me nîqaş li ser rola erênî ya NY ya bo çareser kirina kêşeyên heyî, hilbijartinên pêş yên Îraqê û rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê kir.

Top