• Sunday, 28 July 2024
logo

Seyran bi qaçaxî bazda

Gulan Media August 24, 2015 Hunerî
Seyran bi qaçaxî bazda
Stiranbêja Rojhilatê Kurdistanê Seyran Ehmed ku ev çend sal bû li Başûrê Kurdistanê dijiya, biryar da biçe Almanya û li wir karê xwe berdewam bike.

Seyran derbarê sedema koçkirina xwe bo Ewropayê ji Rûdawê re ragihand: “Ez jî wek her kesekî hej pêşketinê dikim. Li Başûrê Kurdistanê her tişt bûye pere û kes nema guh dide hunerê.”

Seyran Ehmed wiha got: Hemû berhemên min bo kurdan bû, ne ji bo pereyan bû, lê mixabin kesî nebû ku ji min fêm bike.”

Seyran di wê baweriyê de ye ku, li Ewropayê dikare baştir berhemên xwe pêş bixe û wiha got: “Li Ewropa ez dikarim zêdetir xizmeta gunera kurdî bikim, ji ber ku li Ewropa zêdetir girîngî bi hunerê tê dan, herwiha ez karim xwendina xwe jî berdewam bikim.”

Ew stiranbêja kurd piştî 16 rojan ji çûna xwe bi rêya qaçaxî, ev hefteyek e ku li Almanya ye.

Rudaw
Top