Nazdarê şerta xwe yê Newrozê got
Li ser mijara pîrozkirina Newroza îsal hunermedên kurd bûne du alî.
Aliyek a hunermendan ji ber şerê li dijî DAIŞê û şehîdan dibêje divê çalakiyên pîrozkirina Newroza îsal neyên lidarxistin. Hin hunermend jî dibêjin ku dahatên ji çalakiyên Newroza îsal bo penaber û malbatên şehîdan bibexşînin, baş e.
Nazdar Cizîrî wiha got: “Heger li eniya şer ji bo pêşmerge çalakiyek bê lidarxistin ewê bêberdel beşdar bibe.”
Rudaw