• Monday, 06 May 2024
logo

Dosyeya tawanên Heşda Şeibî li Parlamantoya Ewropayê ye

Dosyeya tawanên Heşda Şeibî li Parlamantoya Ewropayê ye
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand, ku li gel çend parlaemnterên Parlamentoya Ewropayê civiyaye û raporekê derbarê qurbanî û tawanên Heşda Şeibî de daye wan.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, li gel parlaemnterên Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock, Ana Gomes, Lars Adaktusson, Martin Cschirdewan, Anders Primdahl Vistisen û Joseph Waydinholzer civiyaye û di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî 16ê Cotmehê ji wan re rave kiriye.

Dîlawer Ajgeyî got: “Rê û rêbazên lobîkirinê û zêdetir agahdarkirina Parlamentoya Ewropayê ji wan pêşkeftinan hatine gotûbêjkirin. Çend biryar derbarê karên weke lidarxsitina civînên taybet, semîner, konferans û pêşangahên de hate gitine girtin biryara amadekariyan hate dayîn.”

Ajgeyî amaje bi wê yekê kir, ku raportekî bi wêne û datayên derbarê qurbanî û tawanên Heşda Şeibî û binpêkirinên destûrê de jî xistine ber destê parlamenteran.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê giyar kir: “Herwiha me behsa giringiya navbeynkarî û beşdarbûna civaka navdewletî ya ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.”

Rudaw
Top