• Wednesday, 17 July 2024
logo

Suer bi pêşangeha ’’Ên Me’’ li faura pirtûka ye

Suer bi pêşangeha ’’Ên Me’’ li faura pirtûka ye
Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, doh di 5’emîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê de bi pêşangeha xwe ya bi navê ‘Ên Me’ derket pêşberî hunerhezan.

Pêşangeha Suer ya bi navê ‘Ên Me’ a portreyan ku ji her qadê hunerê û ji çar parçeyên Kurdistanê ji portreyên 50 Kurdên navdar pêk tê, li Diyarbekirê di 5. Fûara Pirtûkan a TÜYAP’ê de vekir.

Di pêşangeha Suer de portreyên Evrim Alataş, Felekedîn Kakeyî, Arjen Arî heta Behman Qubadî, Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Feyzoyê Rizo û Mizgîn Tahir bi qasî 50 hunermendên navdar ên Kurd cîh digirin.

Suer ji Basnewsê re ragehand ku pêşangeh di rojên Fûara Pirtûkan di navbera 20-25’ê Gulanê de dê vekirî bimîne. Herwiha Suer ji beşdariya xwe ya di fûara pirtûkan de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Pêşangeha navdarên Kurd a bi navê ‘Ên Me’ li gora konsepta Fûara Pirtûkan bû. Ji ber ku gelek portreyên di pêşangehê de yên nivîskaran in.”

Hêjayê gotinê ye ku Suer, cara yekemîn ew pêşangeha xwe çend meh berê li navçeya Wêranşarê vekiribû.

Basnews
Top