• Wednesday, 17 July 2024
logo

‘Ger Kurdan dewlet bixwesta Kerkûk werdigirtin’

Gulan Media February 12, 2014 Hunerî
‘Ger Kurdan dewlet bixwesta Kerkûk werdigirtin’
Nivîskara pirtûka ’’Serkirdayetî’’ ku di demeke nêzîk de bi Kurdî çap dibe, mamoste û pispora geşepêdana serkirdayetî ye. Rojnameya Basê bi zanyariyên Jennifer Bennett derbarê rêberên rojhilata navîn de hesiya û cara dawî li konferansa ‘‘Serkirdayetiya bi bandor li welatên cîhana sêyem’‘ li Lorins, Kansasê di hevdîtenkê de ev hevpeyvîn pêre kir.

Bas: Ger mirov berê xwe bide dîroka Rojhilata Navîn, bi taybetî di 80 salên borî de, kêmbûna serok an serkirdeyan li piraniya welatên navçeyê xwiya ye, hun di vê derbarê de çawa difikirin?

Jennifer Bennett: Ji ber ku serkirdayetî mijareke gelekî aloze, bersiv jî aloze. Ez wek we nafikirim, wate di tevahiya dîroka Rojhilata Navîn de hejmara serkirdeyan zêde bûye. Lê dikarim bêjim, ji bo çareseriya pirsgirêkên hestyar serkirdeyên avaker û karîzmayên civakî nebûne. Piraniya serokên navçeyê karîzmayên şexsî ne, wate dikevin pey hewesên xwe yên şexsî û têkiliya bi yên din re pişt guh dixin û giringiyê nadin pêwistî û hewcedariyên gel.

Bas: Hun dikarin hinek mînakên berçav bidin?

Jennifer Bennett: Bêguman! Wek serokê we, Sedam Husên.

Bas: Ew ne serokê me bû...

Jennifer Bennett: O, belê dizanim ew li bakur li hember Kurdan hov bû, lê serokekî karîzmatîk ê şexsî bû û bi hesanî diçe nav rêza serokên Narsîst (heyranê xwe) û asta patolojist ( ku bi xelat û sizayê kar dikin) wek Hîtler, Stalîn, ew jî mînakên wiha ne.

Bas: Dixwazî bêjî lîste dirêje û hemû dîktator diçin rêza serokên karîzmatîk ên şexsî û narsîst û asta patolojîstiyê?

Jennifer Bennett: Curek ji wan curan...

Bas: Dikarin bibêjîn serokên navçeyên mê ne (Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur) dikevin nav desteya serokên ’’min’’ ne yên ’’me’’?

Jennifer Bennett: Bawer im, ew piraniya wan vedigire û raste, ji ber ku serokên wiha di hemû beşên jiyanê fe bi pey kontrolê dikevin. Ger behsa Yasir Erefat bikin, Serokê Bizava Rizgarîxwaz a Filistînê, herçend xwedî şiyanên baş yên serokatiyê bû lê hemû tişt di kontrola wî bi xwe de bû, heta radeyekî ku bi xwe bûbû sembola bizava azadiya Fislistînê.

Bas: Hukmê malbatî, sîstema paşayetî, şahane û eşîretî li Rojhilata Navîn zêde ye. Hun nafikirin ku bihara Erebî hinekî ew sîstem hejandin?

Jennifer Bennett: Nexêr, sîstemên wiha bi hesanî nayên hejandin ji ber ku kûr in, bingeha wan di warê dîrokî-siyasî de bihêz e.

Bas: Lê Bihara Erebî desthilata çend kes ji wan serokan vemalî, ne wiha ye?

Jennifer Bennett: Rast e, lê tu li paşmayiyan binêre. Li Misrê, bawer im bingeha desthilata Misrê nehatiye guhertin. Niha jî li Misrê heman hiira egoya eskerî hukim dike.

Bas: Li Îraqê çawa ye?

Jennifer Bennett: Îraq jî ne mînakeke baştir e, serokên Îraqê piştî çûna Sedam çi kirine? Welat wêran kirin û serokên Îraqê bi giştî bi hizra tolhildanê dijîn û bûye beşeke jiyana wan.

Bas: Pirseke derveyi mijarê, bawer nakî rastiyeke ecêbe, di dema xwe de Îraqê Kurd ji nav birin, lê Kurdan rolekî erênî di damezrandina Îraqa nû de dîtin?

Jennifer Bennett: Ew yek xeletiya herî mezin a Kurdan bû! Wek berê pirsgirêkên navxweyî ji bîra serokên Kurdan çûn û hemû hêza xwe li Îraqê bikar anîn. Bawer im Kurdan ew kar tenê ji bo wê kir ku piştre tenê pesnê wan bidin. Di warê siyasetê de tiştên wiha bê buhane.

BAS: Mijareke balkêş e. Bi baweriya we serokên Kurdan wê demê ji xeynî avakirina danîna bingeha Îraqa nû lazim bû çi bikirana?

Jennifer Bennett: Bi baweriya min lazim bû stratejiyeke yekgirtî ji bo Îraqa nû hatiba dariştin. Stratejiya serokên Kurd ji bo Îraqa nû nebû. Çavê wan li destê Amerikayê bû ku hemû tiştan ew ji bo wan bikin, herwiha gelek bi edeb kar dikirin tenê ji bo gotina ‘Aferîn’ ekî.

Siyaset bi wî awayî nîne. Ger kurd xwedî daxwazên mezin bûna, weke cudabûn an ragehandina dewleta Kurdî, gelek bi hesanî daxwazên wan ên biçûk dihatin cîbicîh kirin, wek wergirtina Kerkûkê.

Basnhews
Top