Rojîn ji bo mexdûrên erdheja Wanê konserekê dide
![Rojîn ji bo mexdûrên erdheja Wanê konserekê dide](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/rojin-564.jpg )
Rojîn di vê derbarê de ragehand ku ew û Komeleya Jinên Wanê bi hev re, dê li bi navê ’Wan a min e, ez Wan im’ di 7ê Sîbatê de konserekê bide û pereyên ji konserê bên bidestxistin jî, dê ji bo malbatên mexdûr ên erdheja Wanê bên xerckirin.
Rojînê ji Ajansa Anadoluyê re diyar kir ku ji bo vê konserê gelek karsazên Silêmaniyê piştgirî dan wê û wiha axivî: 'Mirovên vir, bi rastî jî dixwazin ku alîkariyê bikin. Ji me re hê jî wiha dibêjin: ’Dema em di sala 1991’an de hatibûn Tirkiyê, birayên me yên wir betaniyên xwe, sênîk û beroşên xwe dabûn me. Em jî dixwazin wiha alîkariya wan bikin.’ Ew bi vê hêstê tevdigerin. Ev kampanya, bi saya karsazên vir xurt bû.'
BasNews