• Monday, 17 June 2024
logo

´Bi min re dizewicî?`

Gulan Media December 13, 2012 Hunerî
´Bi min re dizewicî?`
Xortekî kurd beriya destpêkirina nîşandana fîlmekî di sînemayeke Fînlandê de bi şêweyekî suprîz doza hevjîniyê ji evîndara xwe kir.

Navê vî xortî Rewez e, xelkê bajarê Hewlêrê ye û niha rûniştvanê bajarê Lahtiyê li Fînlandê ye. Çîroka vê suprîza wî bi vî şêweyî bû: Di salona sînemaya bajêr de, beriya ku fîlm bê nîşandan, li şûna ku pêşekiya vî fîlmî bê nîşandan, kurtefîlmek hat nîşandan ku tê de Rewez di odeya xwe ya razanê de li ser dengê zenga telefona xwe ji xewê radibe û bi lez xwe amade dike, daku ligel hezkiriya xwe biçe sînemayê bo temaşekirina vî fîlmî. Ev kurtefîlm li vir bi dawî dibe û ronahiyên salona sînemayê tên hilkirin.

Paşê Rewez ji deriyê salonê dikeve hundir, tevî xwarina genmokan. Hezkiriya wî jî ecêbmayî dimîne û ber bi wî diçe. Rewez li wir jê dipirse "bi min re dizewicî?" Keçik jî rasterast qayil dibe. Êdî di hundirê salona sînemayê de û li pêş çavên amadebûyan de gustîla hevjîniyê li hev diguherînin.

Rewez wê rojê ji hezkiriya xwe xwestibû ku ew zûtir biçe sînemayê û jêre gotibû ewê jî piştî demeke kurt bigihije wir. Ji ber kuwek wî behs kiribû, karekî wî yê girîng hebûye, lê ev karê girîng ev suprîz bû.

Rudaw
Top