• Sunday, 16 June 2024
logo

Ji muzîka cîhanê newayek kêm bû

Gulan Media December 12, 2012 Hunerî
Ji muzîka cîhanê newayek kêm bû
Muzîkjenê Hindistanî Ravi Shankar, di 92 saliya xwe de li Nexweşxaneya San Dîego jiyana xwe ji dest da. Shankar ku wek bavê muzîka cîhanê dihat nasîn, bandor li ser gelek hunermendên ji Beatles bigire heta kemanvanê klasîk Rollîng Stonnes, kiriye.

Li gorî nûçeya ANF'ê, ji aliyê malbata Ravî Shankar ve daxuyaniyek hat dayîn û hate diyarkirin ku Shankar li bajarê San Diego ya Kalîforniyayê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest daye. Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Sîngh xemgiyaniya xwe anî ziman û wiha got: “Shankar xizîneyeke netewî û qasidekî mîrateya çanda Hindistanî ya cîhanê ye.” Muzîkjen û sîtarîst Shankar ku muzîka rojava bi muzîka Hindê re anî cem hev di sala 1960’î heta niha dihat nasîn. Bavê sîtarîst, hunermend Norah Jones û muzîkjenê navdar Anoushka Shankar e. Ravî Shankar li Kanedayê dijiya û li vir dibistaneke muzîkê vekiribû. Di 7’ê nîsana 1920’an de li peravên Ganjê li bajarê Benares hat dinê. Shankar ji malbateke brahman tê û di 1930’ê de li Parîsê bi cih dibe û li vir muzîka klasîk nas dike. Di dawiya sala 1950’î û vir de dersa muzîkê da Jonh Coltrane û bandor li ser saksafona jazzê kir. Ji ber vê yekê saksafonê Amerîkayîî navê kurê xwe kir Ravî Coltrane.

3 caran hêjayî xelata Grammy Awards hat dîtin

Gîtarîstê koma Beatles George Harrîson di 1960’î de bû xwendekarên Shankar û di 1965’an de ji strana Norwegian Wood (1965) sîtar lêda. Brîan Jones di şopa Harrîson de çû û ji bo strana yekemîn ya sîngil Paînt It Black sîtar lê da. Bandora Shankar li ser gîtarîstê Doors Robbîe Krîeger jî pêk hat. Xebata wî bi George Harrîson re berdewam kir û her duyan jî îmze avêt binê gelek projeyan. Harîsson, Ravî Shankar wek ‘bavê muzîka cîhanê’ da nasîn. Di dema ku tevgera Hîppî gelek zêde bû tevli gelek mîhrîcanan bû. Di mîhrîcana Woodstock a 1969’an de bi Janis Joplin û Jimi Hendrix re derket pêşberî 500 hezar kesî. Shakar 3 caran hêjayî xelata muzîka Grammy Awards hat dîtin.


Rudaw
Top