• Monday, 17 June 2024
logo

'Bila 2013 bibe Sala Sûrên Amedê'

Gulan Media December 11, 2012 Hunerî
'Bila 2013 bibe Sala Sûrên Amedê'
Hefta borî li Amedê rayedarên bajêr lihev civiyan û biryar standin ku ji bo sala 2013 bibe Sala Sûrên Amedê wê serî li serokkomariyê û wezareta çandê bidin. Baydemir got, “Eger em xwedî li sûran derkevin wê salê 3 milyon turîst bên Amedê.ˮ

Di Lokala Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti de Serokê Konseya Bajêr Osman Baydemir, Serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş, Serokê Şaredariya Duhokê Temer Remezan, Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr Metin Kilavuz, nûnerên konseyê yên dîrok, cand û bajarvaniyê û nûnerên saziyên civakî ji bo sala 2013 bibe sala Sûrên Amedê civînek taybet lidar xistin. Serokê Konseya Bajêr Osman daxuyand ku di 100 û 150 salên dawî de pirr tişt hatine serê sûrên Amedê û got, “Mixabin kesên ku li Amedê dijîn, sûrên Amedê naparêzin.ˮ

Baydemir bang li hemû sazî, komele, hêz û kesan kir ku xwedî li sûran derkevin û ji bo mijar here UNESCOyê alîkarî bidin wan. Baydemir got, “Ji bo sûrên Amedê pêwîst bibe emê li hemû deriyan bixin. Eger ev sûr bên restorekirin wê salê 3 milyon turîst werin Amedê.ˮ Baydemir serdana Serokkomar Abdullah Gul bo Amedê û serdana xwe ya bo Koşka Çankaya bibîr xist û got, “Lewma ez bang dikim ku Wezareta Çandê guh bide me û bila sala 2013 weke Sala Sûrên Amedê diyar bike.ˮ

Pêşniyara Konseya Amedê wê bo wezerate çandê û serokkomariyê bê şandin da ku bê pejirandin û di vê navberê de li ser înternetê jî kampanyaya îmzeyan hat vekirin.

Rudaw
Top