• Monday, 17 June 2024
logo

Li Viyanayê rojên fîlmên kurdî îro dest pê dike

Gulan Media December 8, 2012 Hunerî
Li Viyanayê rojên fîlmên kurdî îro dest pê dike
Di navbera 7-11ê Kanûnê de li paytexta Awisturya Viyanayê “7. Rojên Fîlmên Kurdî” tên lidarxistin.

Yekemîn “Rojên Fîlmên Kurdî” li vî bajarî di sala 1999ê de bi piştgiriya saziyên kurdî yên li Viyanayê hatibûn lidarxistin û êdî hema hema her sal rojên fîlmên kurdî tên lidarxistin. Bi rêya vê çalakiyê Kurdên Awisturyayê û hezkiriyên sînemayê derfeta temaşekirina fîlmên kurdî yên nû dibînin. Rojên fîlmên kurdî yên îsal jî bi organîzasyona FEY-KOMê tên amadekirin.

7. Rojên Fîlmên Kurdî roja îro bi fîlmê Zeynel Doğan “Dengê Bavê min” tên vekirin. Wekî din fîlmên wekî “Zarokên Helepçe yên wenda”, “Bawke”, “Ez firiyam, tu mayî li cih”, “Evdalê Zeynikê” û gellek fîlmên din tên nişandan. Ji bo agahiyen berfireh derbarê rojên fîlman de.

Rudaw
Top