• Sunday, 16 June 2024
logo

Hejmara heftan a `Pênûsa Nû` derket

Gulan Media December 7, 2012 Hunerî
Hejmara heftan a `Pênûsa Nû` derket
Hejmara heftan a rojnameya pazdeh rojî `Pênûsa Nû` derket.

Rojnameya Pênûsa Nû, ku rojnameyeke çandî û wêjeyî ya giştî ye û bi herdu zimanên erebî û kurdî ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê derdikeve, gihişût hejmara xwe ya heftan.

Di hejmara nû ya rojnameya Pênûsa Nû de, Dr. Mehmûd Ebas gotarek li ser armanca Pênûsa Nû dinivîse, herwiha babetek li ser festîvala helbesta kurdî li Efrînê cihê xwe di hejmara nû de digire. Di beşê hevpeyvînan de jî, hevpeyvînên li gel Nesrîn Têlo û Dr. Mehdî Kak û Can Bapîr di hejmara nû de hatine weşandine. Herwiha di beşê lêkolînan de, lêkolînên Îbrahîm Yûsiv, Mihemed Mihemed û Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl cih digirin.

Rudaw
Top