• Monday, 17 June 2024
logo

Li rojavayê Kurdistanê ajansa ‘Hawar’ dest bi weşanê dike

Gulan Media December 7, 2012 Hunerî
Li rojavayê Kurdistanê ajansa ‘Hawar’ dest bi weşanê dike
Li rojavayê Kurdistanê yekemîn ajansa kurdî ya bi navê Hawar dest bi weşanê dike. Berpirsekî ajansê jî ji Rûdawê re diyar kir ku wê ajans ligel zimanê kurdî, bi 4 zimanên biyanî weşanê bike.

Piştî serhildanên navxweyî yên li Sûriyê re, gelê kurd jî li rojavayê Kurdistanê piraniya bajar û bajarokên kurdî xistin di bin bandora xwe de. Kurdan li rojava di warê çapemeniyê de jî gavên giring avêtin. Li rojavayê Kurdistanê yekemîn ajansa kurdî ya bi navê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) dest bi weşanê dike.

Berpirsê ajansa ANHA Ednan Mistefa derbarê xebat û amadekariyên ajansê de ji Rûdawê re axivî. Mistefa wiha got: “Ajans di pêvajoya amadekariyê de ye û hê aliyên wê yên teknîkî temam nebûne. Ajans wê taybet ji bo rojavayê Kurdistanê be, lê wê nûçeyên giştî, yê parçeyên din ên Kurdistan û cîhanê jî belav bike.”

Ednan Mistefa destnîşan kir ku çapemeniya kurdî di sedsala 21an de pêngavên mezin avêtiye û wiha pêdeçû: “Ajansa Hawar jî wê di çarçoveya çapemeniya azad de ne xeleka despêkê û ne jî ya dawî be. Ev ajans di encama tekoşîna xebatekî bi salan de tê avakirin.”

Rêveberê Ajansa Hawar Mistefa derbarê armancên ajansê de jî wiha got: “Armanca wê ya serekî ew e ku bûyer û pêşketinên li rojavayê Kurdistanê di warê civakî, siyasî, aborî û hunerî de tên jiyankirin, bi raya giştî re parvebike ye. Armanceke din jî ya ajansa me ew e ku gelê kurd bi cîhanê bide naskirin e.”

Mistefa bilêv kir ku wê navenda ajansa Hawar li rojavayê Kurdistanê be û wiha got: “Wê ajansa Hawar dîmen û wêneyan jî belav bike. Ligel vê yekê wê ajansa me bi zimanê kurdî, erebî, rûsî, inglîzî û fransî weşanê bike.”

Ednan Mistefa destnîşan kir ku wê ANHA heta berî Newrozê dest bi weşana xwe bike.

Li ser pirsa navê Hawar ji kuderê tê, rêveberê ANHAyê wiha got: “Ji ber ku ajanseke taybet bi rojavayê Kurdistanê ye, navê xwe ji çiyayê Hawar ê li herêma Efrînê digre. Herwiha wekî kevneşopiya kovara Hawar e.”

Kovara Hawar:

Hawar yekemîn kovara kurdî ya bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê tebaxa 1943'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî dihatin weşandin. Bi vî awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bibû ekolek û heta sala 1943'ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.”

Rudaw
Top