• Monday, 17 June 2024
logo

Silêmanî bû paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 4, 2012 Hunerî
Silêmanî bû paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê, di civîna xwe ya îro de bi piraniya dengan, bajarê Silêmaniyê weke paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê pejirand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 16. Festîfala Gelawêj a 15.11.2012an li Silêmaniyê hatî lidarxistin de ragihand ku bi ti awayî qebûl nakin ti kesek dîroka Silêmaniyê têk bide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di festîfala Gelawêj de gotarek pêşkêş kiribû û wiha gotibû: “Em ji ti kesî qebûl nakin ku ji bo armancên xwe yên taybet bajarê Silêmaniyê di dîrokê de bibire yan jî bi navê xelkê Silêmaniyê dîroka qurbaniyên şoreş û kurdîniya bajêr têk bide.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya bi boneya festîfalê û salvegera dirûstbûna bajarê Silêmaniyê got: “Ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê pir giring bû bajarê Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîriya Kurdistanê. Lewra em daxwaz ji parlamenterên Kurdistanê dikin projeya ku Silêmanî bibe paytexta rewşenbîrî bê pejirandin û wê hikûmet jî ji bo vê mijarê hemû pêngavên giring bavêje.”

Rudaw
Top