• Monday, 17 June 2024
logo

Li Agirîyê piştî 27 salan sînema vebû

Gulan Media November 29, 2012 Hunerî
Li Agirîyê piştî 27 salan sînema vebû
Li Agirîyê salona sînemayê vebû. Bajarê ku nêzika 10 hezar xwendekarên zanîngehê li wira dijîn, ev 27 sal bûn ku salona sînemayê tine bû.
28 Mijdar 2012 Çarşem 18:45

Li bajarê Agirîyê piştî 27 salan, saloneke sînemayê hate vekirin. Li bajêr nêzika 10 hezar xwendekar, li zanîngehê perwerdehiyê dibînin. Di nav 7 bajarên Tirkiyê yên ku salonên sînemayê tine bûn jê yek jî Agirî bû.
Di sala 1975 an de li navçeya Agirîyê li Bazîdê salona sînemayê hatibû vekirin lê piştî 10 salan, ji ber tengezariyên madî, sînemaya li Bazîdê mifte bi derîyên xwe xistibû. Herî dawî 5 salan berê niha li Bazîdê dîsa salona sînemayê vebû lê li navenda bajarê Agiriyê heta roja îro sînema nehatibû vekirin. Ev cara ewile ku li navenda bajêr sînema hate vekirin.
Salona sînemayê li navenda danûstendinê a aîda Odeya Bazirganiyê a Agiriyê, bi navê "Cine Gold's" vebû. Gelê agiriyê eleqeyeke mezin nîşana sînemayê dane.
Di nav 6 bajarên Tirkiyê de yên ku niha salona sînemayê li wir tine ne 4 bajar, bajarên Kurdan in; Şirnex, Dêrsim, Îdir û Kilîs.

Avestakurd
Top