Hunermend Rojda serbest hate berdan
Hunermend Rojda ku bi strana “Ay dil” a Şakiro nav û dengê xwe bilindtir kir, duh dema ji bo konserê xwest biçe Duseldorfa Almanyayê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hate binçavkirin. Rojda îro derxistin Dadgeha Bakirkoyê û îfade da dozgeriyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Rojda ji ber lêpirsîneke li Sêrtê hatiye binçavkirin. Rojda berê ji bo wê lêpirsînê îfade dabû lê îfadeya wê neketibû sîstema komputerê ya dozgeriyê.
Piştî ku ev xeletî hate sererastkirin, Rojda serbest hate berdan. Rojda dê dîsa ji bo konserê biçe balafirgehê û ji wir derbasî Almanyayê bibe.
Rudaw